TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN KILÎPEK BI NAVÊ “JINA SÛRΔ WEŞAND
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê bi boneya rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê, kilîpek bi navê “Jina Sûrî” weşand.
MIX
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê li qada jina azad a li bajarê Reqayê weşandina klîpê ragihand.
Di kilîpa ku li keleha Caeber hatibû kişandin de 30 jin ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen beşdar bûne.
Merasîma weşandina kilîpê bi gernadina govend û stranên gelêrî bi dawî bû.
Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sazî, Tevger û Rêxistinên jinan bi nêzhatina 8’ê Adarê roja cîhanî ya Jinan di nava rêzeçalakiyan de ne.