DAYÎKÊN AŞTIYÊ YÊN QAMIŞLO DERBARÊ 8’Ê ADARÊ SEMÎNEREK DAN
Dayîkên Aştiyê yên bajarê Qamişlo îro bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya Demokrat ve” û ji bo danasîn û girîngiya 8’ê Adarê semînerek dan.
Semîner bi beşdariya bi dehan jinên ji malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan li ser asta kantona cizîrê û di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanî de hat lidarxistin.
Di Semînerê de bal hat kişandin ser girîngiya Roja Jinan a Cîhanî û parastina mafên her jinekê.
her wiha Hat gotin ku, divê jin hemû rojên xwe bikin 8 adarê û li qadan têbikoşin.