Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ DERBARÊ ROLA JIN DI SÛRIYA NÛ DE KOMXEBATEK LI DAR KET

 

Buroya Jin a Yekîtiya Parêzeran, meclîsa dada jin û rêxistinên mafên mirovan ên li herêmê derbarê rewşa sûriyê û rola jinan komxebatek lidarxistin.
Komxebat li hola Mişwar a Hesekê bi beşdariya 100 jinên parêzer, nûnerên partityên sivîl, rêveberiya xweser li dar ket.
Her wiha jin ji belçîka, misir û lubinanê bi rêya online beşdar bûn.
Di komxebatê de berxwedana jin a li dijî DAIŞ û parestina destkeftiyan, êrîşên li dijî jinan û komkujiyên derheqê wan de her wiha darizandina sûcdaran hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku, li şûna sûcdar di dadgehan de werin cezakirin, îro li sûriyê di cihên biryargirtinê de cih digirin.
Her wiha hat gotin ku, divê jinên sûriyê di astên herî bilind de têbikoşin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.
Komxebat bi encamnameykê bû, tê de hat gotin ku, kesê destê wan di xwîna jinên sûriyê de heye divê bê cezakirin û destkeftiyên jinan werin parastin.