Kanala ROJAVA TV

PLATFORMA ÇALAKIYAN BERNEMEYA ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ AŞKERE KIR

Platforma Çalakiyên hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera kir.
Jinên beşdar 8’ê adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin sedsala 21’an dê bibe sedsala azadiya jin û Rêber Apo.

Bi felsefeya “jin jiyan azadî ber bi 8 adarê ve” îro Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê bajarê hesekê aşkera kir.

Daxuyanî li Baxçeyê 4`ê Nîsanê yê bajarê Hesekê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku, Yek ji dûrişmên çalakiyên 8 adarê dê “bi jin jiyan azadî Sûriyeya demokratîk ava bikin” be.her wiha çalakî dê ji 25’ê Sibatê heta 8’ê Adarê dewam bikin.

Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Lûqo 8’ê adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz kir û tekez kir ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jin û rêber Abdullah Ocelan .

Her wiha Endama Kongra Star Hediye Mihemed diyar kir ku divê hemû jin bi rengê xwe roja 8’ê adarê bixemilînin

Di daxuyaniya Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bernameyê hat aşkerekirin ku ,Tevahî bajar dê bi rengên jinan bêne xemilandin, her wiha semîner, komxebat, civîn û meşên girseyî werin li darxistin.