BERTEK Û REXNEYÊN LI SER QAŞO KONGREYA NIŞTÎMANÎ ZÊDETIR DIBIN
Serokê Meclîsa Eşîra Tey û endamê desteya rûsipiyan Şêx Hesen El-Tay qaşo kongireya niştîmanî rexne kir û got, kongireya ku li şamê hat lidarxistin ne li gorî hêviyên pêkhateyên sûriyê bû.
Şêx Hesen El-Tay destnîşan kir ku beşdariya rêveberiya xweser beşdariya hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê sûriyê ye.
Di qonaxa hestiyar ku sûriyê tê re derbas dibe û geşedanên cûr bi cûr rû didin, desthilata şamê ya nû qaşo kongireyeke niştîmanî sûrî li dar xist.
Kesên ku beşdarî kongreyê bûn, nûnertiya tevahî gel û pêkhateyên Sûriyê nedikirin.
Ev yek ji aliyên pêkhateyan ve rastî nerazîbûn û rexneyên tund tê.
Serokê Meclîsa Eşîra Tey û Endamê Desteya Rûsipiyan Şêx Hesen El-Tay qaşo kongreya niştîmanî rexne kir û got, kongireya ku li şamê hat lidarxistin ne li gorî hêviya pêkhateyên sûriyê bû.
Şêx Hesen El-Tay di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku beşdariya rêveberiya xweser di kongireyê de beşdariya hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê sûriyê ye.
Ji dema ku amadekirin ji qaşo kongireya niştîmanî a sûrî re dihat kirin û ta niha, gelek pêkhateyên sûriyê nerazîbûna xwe ji kongireyê re nîşan didin û dibêjin ev kongire temsîla pêkhateyên sûriyê nake.