Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO AMADEKARIYÊN PÊŞWAZIYA MEHA REMEZANÊ DIKIN

Xelkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pêşwazîkirina meha rojiya dikin.

Kamereya Rojava TV serdana sûka bajarê Qamişlo kir û amadekariyên gel ji nêzîk ve şopand.

Xelkên Qamişlo dibêjin, ji ber bilindbûna nirxan û keysbaziya bazirganan ew nikarin amadekariyên xwe temam bikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çend rojên pêş de dê pêşwaziya yek ji mehên girîng ên salê, meha Remezanê bikin.

Misliman amadekariyên meha rojiya bi kirîna xurme, şêranî û pêdiviyên çêkirina wê dikin.

Xelkên Qamişlo ji bo kirîna pêdiviyên remezanê ber xwe didin sûka bajêr, lê xelk ji ber buhabûna nirxan û keysbaziya bazirganan bi gazind in.

Li ser buhabûna nirxên kelûpelan xelkên Qamişlo bang li bazirgan û xwediyên dikanan kirin ku, di meha remezanê de alîkariya xelkê bikin.

Yekem roja meha rojiyê di destpêka vê mehê de dest pê dike û gelên herêmê bi hêviya serwerkirina aştiyê vê rojê pêşwazî dikin.