Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN ROJAVA AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONFERANSA NETEWEYÎ DIKIN

SEMA BEGDAŞ - HEVSEROKA NIVÎSGEHA TÊKILIYAN A PYD'Ê

Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên lidarxistina Konferansa neteweyî ya Kurdî ku hemû alî tê de cihê xwe bigrin, dikin.

Hevseroka nivîsgeha têkiliyan a PYD’ê Sema Begdaş ji Rojava TV re behsa xebatên konferansê dike û dibêje, ji bo çareserkirina doza gelê Kurd, divê demildest yekîtiya neteweyî were avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê partî û aliyên siyasî yên Kurdî ji bo avakirina yekrêzî û nêrîneke hevbeş di nava bizaveke bêhempa de ne.

Di wê çarçoveyê de xebatên ji bo lidarxistina Konferansa neteweyî ya Kurdî ku hemû alî tê de cihê xwe bigrin, dewam dikin.

Komîteya amadekar serdana partiyên Kurdî dike û wan vedixwîne konferansa neteweyî.

Hevseroka nivîsgeha têkiliyan a PYD’ê Sema Begdaş ji Rojava TV re behsa xebatên konferansê dike.

Sema Begdaş piştrast dike, ji bo çareserkirina doza gelê Kurd, divê demildest yekîtiya neteweyî were avakirin.

Heta niha ti dîrokek ji bo lidarxistina konferansa neteweyî nehatiye diyarkirin, ji ber ku komîte li benda bersiva hin partiyan e.

Lê li aliyekî din Kurdên Rojava û aliyên din ên Kurdistanê jî li benda lidarxistina konferansê ne.