Kanala ROJAVA TV

ŞANDEYEKE BRÎTANÎ SERDANA GERÎNENDEYA TÊKILIYÊN DERVE KIR

Şandeyeke Brîtanî îro serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.
Şande ji aliyê Hevserok û Cîgirên Gerînendeyê ve li avahiya gerînendeyê ya li bajarê Qamişlo hat pêşwazîkirin.
Di şandeyê de Şêwirmend û Cîgirê Serokê Koma Kedê li Encumena wîlayeta Kênt Dr. Karîn Konistantîn, şaredarê Mêdêston a li wîlayeta Kênt ya Brîtanya Martin Rawund, serokê berê yê kongreya yekîtiyan Rocêr Lyons,Îhsan Qadir damezrîner û rêveberê kampanya Mîd Kênt a firînê,
Dr Xoşnav Qadî endamê partiya Senêt, Dr Ferhan Ehmed endamê partiya karkerên Brîtanî û damezrînerê komeleya kurdên londonê, beşdar bûn.
Di hevdîtinê de li ser danasîna Brîtanya û vejandina firokexaneya Qamişlo ji bo alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê siyasî û manewî, lojîstîkî de hat gotûbêjkirin.