Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN BERXWEDANA GEL Û ŞERVANAN A LI TIŞRÎNÊ SILAV KIRIN

Berxwedana gel a bi armanca parastina ax, av û kehrebeya xwe bi coşeke mezin li Bendava Tişrînê didome.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan yên bajarê Kobanê gotin, parastina bendavê erkek dikeve ser milê tevahî gelê herêmê.

Nêzî 2 mehane dewleta tirk a dagirker bê navber êrîşî bendava Tişrîn, pira Qerqozaq û dêr hafir dike.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Yekîneyên parastina jin YPJ her wiha gelê herêmê berxwedaniyeke dîrokî li hember êrîşan dimeşînin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan yên bajarê Kobanê gotin, parastina bendavê erkek ku dikeve ser milê tevahî gelê herêmê bi taybet gelê sûriyê.

her wiha Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan dan zanîn ku gel li bendavê av û kehrebeya xwe diparêzin, dê êrîşên tirkiyê vîna gel neşkîne.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê nobetê digirin.

Îro jî Konvoya gel a 5`emîn a ya Kantona Firatê bi coşeke mezin berê xwe dan Bendavê.