MECLÎSA BAJARÊ SEBXA YÊ KANTONA REQAYÊ HAT AVAKIRIN
KEDÎM EL ÎDAN- HEVSEROKÊ MECLÎSA GELAN A DEMOKRATÎK - REQA
Meclîsa Cîbcîkar a Kantona Reqayê îro bi civînekê meclisa bajarê Sebxa ava kir.
civîn bi beşdariya Şêniyên bajar, endam û rêveberên sazî û desteyên rêveberiya xweder, saziyên sivîl , PYD’ê û rûspiyên eşîrên Reqayê hat lidar xistin.
Di civînê de Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Reqayê Kedîm El Îdan, Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl û Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya xûd El Îsa axivîn.
Di axaftinan de avakirina meclisê hat pîrozkirin û wekî gaveke dîrokî di meşa demokratîkkirina herêmê de bi nav kir.