Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê LI SER REWŞA SÛRIYÊ PANELEK LI KANTONA DÊRAZORÊ LI DAR XIST

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro di bin navê “Li gorî pêşketinên siyasî, Sûriye ber bi ku ve diçe?” panelek li kantona Dêrezorê li dar xist.
Panel li navenda Meclîsa Cîbcîkar a kantona Dêrazorê, bi amadebûna kesayetên sivîl, endamên partiyê û komîteyên Meclîsa cîbcîkar a Dêrazorê hat lidarxistin.
endamê meclisa giştî ya PYD’ê Silêman Ereb panel bi rê ve bir.
Di panelê de, rewşa siyasî ya Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Baas, tevgerên desthilata Şamê, helwestên siyasî li herêmê û rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Beşdaran tekez kirin ku, hevdîtinên ku tê de nûnertiya her pêkhateyek Sûrî nebe, dê neyê pejirandin.
Divê pêşeroja Sûriyê bi destê hemû gelên li ser axa wê jiyan dikin, saz bibe.