NIVÎSGEHA LÎSTIKÊN TAKEKESÎ YA FIRATÊ PÊŞBIRKEKE TENÎSA MASEYÊ LIDARXIST
Nivîsgeha Lîstikên takekesî ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê, pêşbirka Ş.Azad ya Tenîsa Maseyê lidar xist.
Pêşbirk bi dirûşma: “Bi ruhê berxwedana Bendava Şehîdan em ê bi ser bikevin” li Desteya Ciwan û Werzîşê birêve çû.
Hejmarek ji rêveber û endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê û werzişvanên herêmê beşdar bûn.
Merasîma bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, Piştre li ser navê malbata şehîd Azad axaftin hate kirin û tê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn her wiha spasiya Desteya Ciwan û Werzîşê hate kirin.
Di pêşbirkê de,18 lîstikvanên jin û mêr cihê xwe digrin û dê du rojan li pey hev tevlî pêşbirkên dostanî bibin.
Şehîd Azad Kobanê, di 8’ê Mijdarê de dema ku bi karwanê yekemîn re diçû Bendava Tişrînê, ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve hate hedefgirtin û şehîd bû.