LI REQAYÊ PARA DUYEM A MAZOTA ÇANDINIYÊ LI COTKARAN HAT BELAVKIRIN
Girînendeya sotemeniyê a kantona Reqayê dest bi belavkirina para duyemîn a mazota çandiniyê li cotkarên kantonê kir.
Bi rûdana hişkesalî û kêmbarîna baranê li herêmê re, gerînendeyê dest bi belavkirina mazotê kir.
Rêjeya mazota ku wê di herdu paran de bê belavkirin bi giştî 12 milyon û 500 hezar lître ye.
Mazot li kesên ku zeviyên xwe bi bîran jî av didin tê belavkirin.
hejmara wan jî zêdetirî 700 bîr in û 155 komeleyên çandiniyê jî hene.