Kanala ROJAVA TV

SEWALDARÎ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI XETERIYEKE MEZIN DE DERBAS DIBE

Ji ber şert û mercên giran ên avhewayê û bihabûna êm û ceh, di van demên dawî de, sewaldarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xeteriyeke mezin re derbas dibe.
Sewalvanan ji Rojava TV re behsa zirarên ku rastî wê hatine kirin û hêvî kirin ku rewş ber bi başiyê ve biçe.

Sewaldarî beşeke bingehîn a aboriya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

ji ber ku herêm ji aliyê sewaldariyê ve dewlemend e û debara gelek şêniyên herêmê li ser vê yekê dibe.

ji ber şert û mercên giran ên avhewayê, kêmbûna mêrg û bihabûna hin madeyên çêre. Di van demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sewaldarî bi xeteriyeke mezin re rûbirû ye.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Nivîsgeha Sewaldariyê ya kantona Cizîrê Mihemed Mehmûd ji Rojava TV re axivî û sedemên daketina berçav a bihaya sewalan vegot.

Ji aliyê xwe ve xwedîkerê pez Hisên Mihemed jî diyar ku ziyanên xwedîkeran mezin in û qezencên ji kirîn û firotanê derdikevin têra êm û ceh nake.

Di van salên dawî de, guherîna avhewayê û barîna nerêkûpêk ya baranê zerareke mezin li çandinî û sewaldariyê kiriye.

Li gor pisporên sewaldariyê, rêjeya berhemdayînê ber bi jêr ve diçe û dike ku tune bibe.