Kanala ROJAVA TV

DAIŞ HEWIL DIDE CAREKE DIN XWE LI SÛRIYÊ ZINDÎ DIKE

Rojnamevan û Pisporê Karûbarên Komên Tundrew Zana Omer Ji Rojava TV re aşkere kir ku valahiya ewlehiyê ya li Sûriyê derfetek ji bo vejandina DAIŞ’ê ava kir.
Zana Omer got, metirsiyeke mezin heye ku DAIŞ derfetê bibîne û êrîş bike.

Piştî rûxîna rejîma Esed li sûriyê, DAIŞ sûdek ji valahiya ewlehiya di naverasta çolistana Sûrî û mijûlbûna QSD’ê bi bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ve wergirt û gelek çek û cebilxane bi dest xistin.

Rojnamevan û Pisporê Karûbarên Komên Tundrew Zana Omer Ji Rojava TV re nirxandin kir.

Zana Omer diyar kir ku, ji ber êrîşên tirkiyê niha DAIŞ li benda derfetekê ye ku êrîşeke berferh pêk bîne.

Her wiha Zana Omer anî ziman ku, DAIŞ armanc dike ku êrîşî kampa holê û girtîgihên DAIŞ yên li herêmê bike.

Di sala 2024’an û 2025’an de şaneyên razayî yên DAIŞ’ê gelek çalakiyên terorî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çolistana Sûriyê pêk anîn.

Li dijî wê jî çalakî û operasyonên Hêzên Sûriyaya Demokrat a bi hevkariya Koalisyona Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê berfirehtir bûn.