BI SEDAN ŞÊNIYÊN AMÛDÊ ŞEHÎD RÊZAN ORKÊŞ BI MERASÎMEKÊ OXIR KIRIN
bi sedan şêniyên bajarê Amûdê bi merasîmeke girseyî yek ji Fermandarên QSD’ê Şehîd Rêzan Orkêş li goristana Şehîd Îsmaîl oxir kirin.
Beşdarên merasîmê gotin, ew dev ji doza şehîdên xwe bernadin û ew ê bi rihê şerê gelê şoreşgerî serkeftinê misoger bikin.
Îro bi sedan şêniyên bajarê Amûdê yek ji Fermandarên QSD’ê Şehîd Rêzan Orkêş ku 18’ê Sibatê li bajarê Dêr Hafirê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Îsmaîl oxir kirin.
Şêniyên bajar û gundewarên Amûdê, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat gotin bi her şehadetekê hêrsa li hemberdewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetir dibe.
Yek ji Fermandarên QSD’ê Kanî Ehmed jî anî ziman ku, wan li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê pêvajoya şerê gelê şoreşgerî dane destpêkirin.
Di merasîmê de Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Girseya gel cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” spart axê.