NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Karwanê welatiyên kantona Cizîrê yên ku ji Bendava Tişrînê vegeriyan, duh êvarî bi coşeke mezin li bajarê Qamişlo hatin pêşwazîkirin.
Karwanê welatiyên kantona Cizîrê yên ku beriya çend rojan ji bo parastina av û enerjiyê berê xwe dabûn Bendava Tişrînê, duh nobeta xwe dewrî şêniyên Reqa û Tebqayê kirin.
Piştre karwanê gel ber bi bajarê Qamişlo ve ketin rê.
Bi sedan şêniyên Qamişlo li gel çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom bûn û bi coşeke mezin nobetdarên Bendavê pêşwazî kirin.
Ji 8’ê meha çileyê ve welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ref bi ref berê xwe didin Bendava Tişrînê.