NAVENDA HÎLALA ZÊRÎN AMADEKARIYÊN CEJNA 8’Ê ADARÊ DIKIN
bi boneya nêzhatina 8’ê adarê roja cîhanî ya jinan, li seranserî cîhanê ji bo pêşwazîkirina vê rojê jin di nava amadekariyan de ne.
Koma Dayîkên Kobanê ya girêdayî Navenda Hîlala Zêrîn ku cihê xwe di komên folklorî yên kurdî de digrin, dibêjin ku ew ê bi rihê berxwedaniya bendavaTişrîn 8’ê Adarê û Newrozê pêşwazî bikin.
Bi boneya nêzhatina 8’ê adarê roja cîhanî ya jinan, li seranserî cîhanê ji bo pêşwazîkirina vê rojê jin di nava amadekariyan de ne.
Jinên kurd jî weke hemû jinên cîhanê bi şêweyekî çalak başdarî 8’ê Adarê dibin û bi coş û heyecan cejna xwe pîroz dikin.
Li bajarê Kobanê jî komên Kevana Zêrîn berhemên balkêş amade dikin, da ku di roja 8’ê adarê de li ser dike û sehneyan pêşkêş bikin.
Koma Dayîkên Kobanê ya girêdayî Navenda Hîlala Zêrîn ku cihê xwe di komên filklorî yên kurdî de digrin, dibêjin ku ew ê bi rihê berxwedaniya bendavaTişrîn 8’ê Adarê û Newrozê pêşwazî bikin.
Her wiha dibêjin, îsal ew di berhemên xwe de rihê berxwedana şervanan û gel ya li Bendava Tişrînê derxin pêş.
Koma dayîkan ku di sala 2016’an de hatiye avakirin û ji 11 Kesan pêk tê, tevî hemû cureyên êrîşan û zehmetiyên heyî jî bi rihekî ji pola û dîlana xwe ya ber bi azadiyê ve cejnên xwe pîroz dikin û di têkoşîna xwe de bi israr in.