DESTEYA ÇANDÊ JI BO DANASÎNA CIHÊN DÎROKÎ DEST BI KILÎPEKÊ KIRIYE
SERFRAZ ŞERÎF - HEVSEROKA DESTEYA ÇANDÊ YA RÊVEBERIYA XWESER
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca danasîna cihên dîrokî yên li Sûriyê dest bi kilîpekê kir.
Dê dîmenên tevahî cihên dîrokî yên li Sûriyê bi beşdariya komên govend û stranan ên ku ku çanda her herêmekê bîne ziman, werin girtin.
kilîp niha li keleha “Caeber” tê girtin, tê de hunermend ji Reqa, Tebqa, Şam, Humis û Sêwêdayê beşdar bûne.
Di nav cihên ku dê kilîp lê bê amadekirin, Keleha Ceber a li Tebqayê, Qesr El-Benat, dîwarê kevnar ên li Reqayê û hin cihên dîrokî ên li Sûriyê ne.
Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser Serfraz Şerîf diyar kir ku, ew bi kilîpan dixwazin balê bikşînin ser şûnwar û mîrateya çandî ya herêmê.