Kanala ROJAVA TV

XERÎB HISO XEBATÊN YEKRÊZIYA MALA KURDÎ NIRXAND

XERÎB HISO - HEVSEROKÊ PYD'Ê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xerîb Hiso derbarê xebatên yekrêziya mala Kurdî taybet li gel Rojava TV axivî.
Xerîb Hiso diyar kir ku, hemû alî ji bo yekîtiya xwe li hev kirine, divê kurd jî bibin yek.

Ji her demê zêdetir, gelê Kurd ê ku li ser erdnîgariya Sûriyê jiyan dike, çaverê ye ku Yekîtiya Kurdî pêk were û Kurd ji hev re bibin balpişt.

Ji bo pêkanaîna vê gava dîrokî, bi dehan hevdîtin û însiyatif, di serkêşiya wê de însiyatifa Rêber Abdullah Ocalan derketin holê û banga yekîtiyê hate kirin.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk “Xerîb Hiso” xebatên yekrêziya mala Kurdî ji Rojava TV re nirxand û destnîşan kir ku kurd di pêvajoya heyî de hewceyî yekîtiyê ne.

Her weha Xerîb Hiso bal kişand ser nêzîkatiya ENKS’ê ya dawî û diyar kir ku gavên erênî ji aliyê wan ve ji bo yekrêziya kurdî tên avêtin.

Xerîb Hiso di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku kurd di Sûriyê de, aktoreke bingehînin di çareseriya pirsgirêkan de û hêvî kir ku Sûriyeke aştiyane ku mafên hemûyan diparêze, were sazkirin.