KNK-ROJAVA TÊKILDARÎ YEKEMÎN ŞOREŞA KURDÎ PANELEK LI DAR XIST
Hemwextî derbasbûna 100 salî di ser şoreşa Şêx Seîdê Pîran re, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên ji Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên jinan, kesayetên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan di panelê de, beşdar bûn.
Di panelê de axaftin hatin kirin û bal li ser Şoreşa Şêx Seîd, sedemên pêkanîn û armancên wê hat kişandin.
her wiha axêferan bal kişand ser komployên navneteweyî ji Sykes-Picot, peymana Lozanê û rêbazên parçekirina herêmê ku armancên wan têkbirina hêviyên gelê Kurd ên azadiyê bûn.
axêveran diyar kirin ku şoreşa Şêx Seîd a ku di bihara 1925’an li Bakurê Kurdistanê de hatibû lidarxistin, lûtkeya 4 qonaxên dîrokî yên tevgera neteweyî ya Kurdî bû.