Kanala ROJAVA TV

MECLISA JINÊN SÛRIYEYÊ LI HELEBÊ PANELEKE DIYALOGÊ LI DAR XIST

Meclisa Jinên Sûriyeyê Bi diruşmeya “Nêrînên Sûriyan ji bo pêşeroja Sûriya nû” li Helebê paneleke diyalogê li dar xist.

Panel bi amadebûna endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan li taxa Cemîliyê ya bajarê Helebê hate lidarxistin.

Panel li ser her du mijarên “Têgeha dewletê di navbera damezrandin û avakirinê de” û “mafên jinan di navbera qanûnsaz û astengiyan de” hate birêvebirin.

Di panelê de bi berfirehî behsa têgeha dewletê û 4 hêmanên wê hate kirin. Her wiha rewşa jinan û çawaniya misogerkirina mafên wan jî hatin nîqaşkirin.

Piştre beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin.