ŞEHÎDÊN MEHÊN MIJDAR, KANÛN, ÇILE Û SIBATÊ LI REQAYÊ HATIN BIBÎRANÎN
Meclisa malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi merasîmekê şehîdên mehên mijdar, kanûn, çile û sibatê yên ku di salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jinan û partiyên siyasî beşdarî merasîma bibîranê bûn.
Di merasîmê de wêneyên şehîdan hatin daliqandin û dirûşmeyên bi can bi xwîn em bi re ne ey şehîd hatin berzkirin.
Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin, şehîdan bi bexşkirina canê xwe rêya azadiyê ronî kirin û bingehê jiyaneke birûmet geş kirin.
Di dawiyê de find li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin û tekezî li ser tolhildana xwîna wan hate kirin.