Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê PÊŞHATEYÊN DAWIYÊ LI TIRBESPIYÊ NÎQAŞ KIR

Bi dirûşma ”Sûriyê û perspektîfên çareseriyê’ Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê panelek diyalogê ji bo nîqaşkirina pêşhateyên dawî li Tirbespiyê lidarxist.

Di panelê de endamên Rêveberiya Xweser, Rûsipiyên civakê, Rêxistina Asûrî, Êzidî, Sûryanî, Endamên saziyên civaka sivîl û endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk amade bûn.

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed, axivî û behsa rewşa Sûriyeyê di dema rêjîma Baas de kir û got: “Gelek kes di dema vê rêjîmê de hatin kuştin, revandin û qetilkirin.

her wiha destnîşan kir ku berdewama şer û pevçûnên li Sûriyê wê rê li ber krîzên mezintir vekir û behsa rêyên çareseriyê jî kir.

Piştî axaftinan beşdarvan jî nêrînên xwe parve kirin û anîn ziman ku divê jin di destûra nû ya Sûriyê de roleke girîng bilîzin.