Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê Û DESTEYA ÇANDÊ BI PANELEKÊ GEŞEDANÊN DAWIYÊ NÎQAŞ KIRIN

Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hemahengiya ligel desteya çand û şûnwaran ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê yên li Sûriyê panelek li dar xistin.

Panel bi beşdarbûna rêveber û nûnerên saziyan li kantona Reqayê hate lidarxistin.

Hevserokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya PYD’ê Sîhanok Dîbo panela di bin sernavê Ligel geşedanên siyasî, rewşa Sûriyê ber bi ke ve diçe, bi rê ve bir.

Sîhanok Dîbo geşedanên dawiyê yên li Sûriyê, êrîşên li dijî herêmê û armancên hêzên navdewletî şîrove kir.

Her wiha behsa metirsiyên li ser Sûriyê kir û got, divê xelkê Sûriyê bi xwe biryara nivîsandina çarenivîsa xwe bidin.

Di beşekî din de Hevserokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya PYD’ê Sîhanok Dîbo piştrast kir ku, ew amade ne dîyalogan ligel desthilata Şamê bikin û tekezî li ser parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Di dawiyê de beşdarên panelê nêrînên xwe bi parve kirin.