SURYANIYAN ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ BI ÇALAKIYEKÊ PÎROZ KIRIN
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Saziya Ulf Taw ya Suryanî û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryaniyan, çalakiyek li bajarê qamişlo li dar xist.
Çalakî bi dirûşma “Zimanê me yê Suryan, Nasnameya me, Pêşeroja me ye” li navenda Komeleya Xêrxwazî ya Ermeniyan bi beşdariya bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Suryanî, saziya Beth Nehreyn û rewşenbîran hate lidarxistin.
Di çalakiyê de semînerek der barê dîroka zimanê Suryanî di pêvajoyên dîrokê de hate dayin.
Paşê helbestên Suryanî hatin gotin û Koma Koroya Suryaniyan stran pêkêş kirin.
Çalakî bi govendên Koma Yirthoutha bi dawî bû.