Kanala ROJAVA TV

BERDEVKA DEM PARTIYÊ AYŞEGUL DOGAN BERSIVA PIRSÊN ROJAVA TV DIDE

Şandeya we du caran li gel Rêber APO, her wiha li gel partiyên parlamentoyê jî civiya, piştre derbasî Başûrê Kurdistanê jî bû, giringiya van civînên li Başûr çi bûn, çi hatin nîqaşkirin û çawa derbas bûn?

Helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê çawa bûn, ew çawa li vê pêvajoyê yan jî rewşê dinerin?

Piştî ku şande ji Başûr vegeriya, niha hûn ê dest bi gavên çawa bikin, her wiha dê şande kengî careke din li gel Rêber APO bicive?

Niha çavê her kesî li peyama Dîrokî ya Rêber APO ye, berê dihate behskirin ku dê peyam 15’ê sibatê were weşandin, lê piştre ev yek pêk nahet, niha ti dîrokek hatiye destnîşankirin, ev pêngava ku were ragihandin, dê guhertinên çawa bi xwe re bîne û weke civak pêwîst e çawa pêşwazî bikin?

Rêzdar Ayşegul we jî beriya niha di civîneke xwe ya çepemeniyê de gotibû, nameyên Rêber APO ji bo QSD’ê jî hatine şandin, gelo şandeya we plan dike ku serdana Rojava jî bike?

Me li jor jî got, hûn li gel piraniya partiyên di parlamentoyê de, rewşenbîr û kesayetên serbixwe jî civiyan, helwesta wan çawa bû, ew çawa li van pêşhateyan dinerin?

Xaleke giring jî heye ku bi rastî di tabloya giştî de weke paradoksekê xuya dike, li aliyekî desthilat behsa aştiyê dike, li aliyê din jî qeyûm datîne, kesên ku behsa demokrasiyê dikin, digre û êrîşî Rojava dike, weke Dem Partî hûn çawa li vê mijarê dinerin?