Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ NEXWEŞXANEYA ZAROKAN A HESEKÊ FIREH KIR

Ji bo piştgiriya sektora tenduristiyê ya li herêmê, Desteya Tenduristiyê Nexweşxaneya Zarokan a li bajarê Hesekê berfirh kir.

Nexweşxane ji beşa lezgîn, beşa çavdêriya zarokên nûbûyî, beşên taybet ên lênêrîna zarokan û dermanxaneyekê pêk tê.

Li gel wê nexweşxane bi bijîşkên lezgîn û pispor û hemşîreyên perwerdekirî hat dagirtin.

Rêveberiya nexweşxaneyê piştrast kir ku hejmara nexweşên lezgîn ku serî li nexweşxaneyê dane, gihîştiye nêzî 6 hezar û100 nexweşan.

hêjayî bîrxistiye ku nexweşxane xizmetên bijîjkî yên bêpere pêşkêş dike û di bin çavdêriya bijîşkên pispor de rewşên bijîjkî yê hestiyar dişopîne.