Kanala ROJAVA TV

ÎRO 21’Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÎ YE

Îro 21’ê sibatê roja zimanê dayîkê ya cîhanî ye. Li Kurdistanê gelê Kurd ta niha pêrgî siyasetên pişaftinê tên û Kurd ji ber axaftina bi zimanê xwe, tên şehîdxistin.

Bi boneya vê roj Kurd li her çar parçeyan ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe têdikoşin.

Îro 21’ê sibatê roja zimanê dayîkê ya cîhanî ye. Çîroka vê roja vedigere sala 1952’yan dema ku beşek ji xwendekarên Zanîngeha Bengledaşê ji bo zimanê Bengalî bibe zimanê fermî kampanyayek dan destpêkirin.

Lê di 21’ê sibatê de polîsên Pakîstanê xwendekar gulebaran kirin û di encamê de gelek xwendekar hatin qetilkirin.

Ji bo rêzgirtina tevahî zimanên neteweyan, UNESCO’yê roja 21’ê Sibata 1999’an weke roja zimanê dayikê ya cîhanê destnîşan kir.

Li Kurdistanê jî gelê Kurd ta niha pêrgî siyasetên pişaftinê tên û Kurd ji ber axaftina bi zimanê xwe, tên şehîdxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê dibistan û zanîneghên bi zimanî Kurdî hatin vekirin û Kurdî bû zimanê jiyanê.

Mamosteyeke ji Qamişlo behsa giringiya zimanê Kurdî dike.

Li Bakurê Kurdistanê jî ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurd, lêkolîner di wê metirsiyê de ne ku nifşên dahatî li ber bayê asîmîlasyonê bikevin.

Zimanê Kurdî zimanekî kevnare, dîrokî û dewlemend e ku ji zaravayên weke Kurmancî, Zazakî, Soranî, Lorî û çendên pêk tê. Her wiha bi hejmara peyvên xwe di rêzên pêşîn de cihê xwe digre.