Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER, QSD Û MSD’Ê 17’Ê MEHÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

GABRIYÊL ŞEMÛN- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA MECLISA CÎBICÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER

Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê roja 17’ê vê mehê civîna xwe ya asayî li dar xistin û geşedanên dawiyê nîqaş kirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Gabriyêl Şemûn ji Rojava TV re behsa naveroka civînê dike û dibêje, ew amade ne pirsgirêkan bi rêya dîyalogê çareser bikin.,

Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê yên li Sûriyê û dîyalogên ligel desthilata Şamê, roja 17’ê vê mehê civîna xwe ya asayî li dar xistin.

Di civînê de gelek xal û pirs hatin gotûbêjkirin. Her wiha tekezî li ser rêbazê dîyalogê hate kirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Gabriyêl Şemûn ji Rojava TV re behsa naveroka civînê dike.

Di civîna sê alî de me li ser gelek xalên giring nîqaş kirin û me amadebûna xwe ya ji bo dîyaloga li gel Hikûmeta Veguhêz piştrast kir.

Bi taybetî dosyaya QSD’ê û tevlêkirina wê ya li nava wezareta berevaniyê hate nîqaşkirin.

Di nîqaşan de me tekez kir ku, divê QSD’ê bi awayekî komî tevlî artêşê bibe û taybetmendiya xwe biparêze, ne ku bi awayên ferdî tevlê bibin.

Ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk xwedî ezmûnên giring in, di rizgarkirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fedekariyên mezin kirin û şerê terorê kirin.

Li aliyekî din jî dosyaya girtîgehên DAIŞ’ê hate gotûbêjkirin. Me got em amade ne di derbarê vê mijarê de bi Hikûmeta Veguhêz re danûstandinan bikin.

Bi rêya dîyalog û civînan em bighêjin çareseriyeke guncav, ji ber ku ev mijarekeke hestyar û navdewletî ye, her wiha emanetekê li cem ye.

Weke Rêveberiya Xweser em dibînin danûstandinên berdewam dê pirsgirêkan çareser bikin û hêviyên gelê Sûriyê bi cih bînin.

Gabriyêl Şemûn tekez kir ku ew amade ne bi rêka danûstandina saziyên Hikûmî ji nû ve li herêmê werin aktîvkirin.

Gabriyêl Şemûn tekez kir ku ew amade ne bi rêka danûstandina saziyên Hikûmî ji nû ve li herêmê werin aktîvkirin.

Di nava krîza Sûriyê de, herêma herî ewle herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û hevgirtina gelên wê bû nimûneyeke cîhanî, ji lewre niha çavê tevahî Sûriyan û cîhanê li projeya Rêveberiya Xweser e ku bibe bingehê çareseriyê.