DERBARÊ REWŞA ZANÎNGEHÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KOMXEBATEK LI DAR KET
Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi hevkariya mamoste û pispiorên zanistî yên ewropayê komxebateke Onlinê derbarê rewşa zanîngehên li herêmê lidar xist.
Komxebat bi armanca bîranîna xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîzda Mihemed û Ji bo pevguhertina zanîn û zanistê, şikandina tecrîdê û hûnandina piştgiriya bi zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Komxebat bi amadebûna bi dehan mamoste, doktor û pisporên zanistê hat lidarxistin.
Di komxebtê de gotarên hersê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Rojava-Kobanê û El Şerq” hatin xwendin.
Paşê li ser danasîn, avakirin, merc û zehmetiyên ku zanîngeh tê re derbas dibin nîqaş û nirxandin hati kirin.
Di nîqaşan de bal hat kişandin li ser girîngiya piştgiriyê ji bo pêşxistina zanistanê li hersê zanîngehan.