LI DÊRIKÊ KOMXEBATA ZIMANÊ DAYIKÊ Û PIŞTGIRIYA QSD’Ê HAT LIDARXISTIN
Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Mamosteyan ên Dêrikê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û ji bo piştgiriya QSD’ê, komxebatek li dar xist.
Komxebat bi amadebûna bi sedan rewşenbîr, helbestvan û mamosteyên ji Dêrik û Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya li Dêrikê hat lidarxistin.
Komxebat bi deqeya rêzgirtin destpêkir, piştre hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê Ebdulezîz Hesen axivî û got: “Parastina zimanê dayikê parastina civakên me ji înkarê ye.”
Bi navê komîteya komxebatê jî endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Mehmûd Ebdo diyar kir ku ji bo parastina zimanê dayikê divê piştevaniya manewî bi QSD’ê re were kirin.
komxebat bi xwendina helbestan, gotina stranan û nirxandina mijarên li ser zimanê dayikê û berxwedana QSD’ê bi dawî bû.