Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD RÊZAN SILÊMAN OXIR KIRIN

Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke bi heybet, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ş.Rêzan Silêman ku 18’ê mehê şehîd bibû, oxir kirin.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajarê qamişlo, endamên saziyên sivîl, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Welatiyan cenazeyê şehîd ji morga şehîdan wergirtin û bi berzkirina diruşmeyên şehîd namirin ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.

Di mersîman de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Rezan û tevahî şehîdên rêya azadiyê re hate xwestin.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê û teslîmkirina wê ji malbata şehîd re bi dawî bû.