ÊZDIYÊN LI KANTONA CIZÎRÊ CEJNA XIDIR ILYAS PÎROZ KIRIN
Îro bi girseyeke mezin, Êzdiyên herêmê li bajarê Tirbespiyê li hev kom bûn û cejna Xidir Ilyas pîroz kirin.
Welatiyan hêvî kirin ev sal bibe salê xêrê û pêkanîna aştiyê li tevahî xaka Sûriyê.
Civaka Êzidî bi helkeftên xwe yên olî û civakî, bi girêdana xwe ya nêzîk bi xwezayê ve tê naskirin.
Ji bo wê gelek cejnên pîroz li dardixin û pîroz dikin.
Îro Yekîtiya Êzidîyên Sûriyê bi dirûşema ” Çiqas em koçber bin em çand û kultûra Êzidiytî ya resen bernadin” Cejna Xirdir Ilyas “Bêxwîn” bi merasîmekê li Navenda Mala Êzdiyên a Kantona Cizîrê ya li bajarê Tirbespiyê pîroz kir.
Bi vê wesîleyê kamîreya Rojava Tv atmosfera cejnê şopand.
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzdî Hediye Şemo cejn li hemû gelê Êzdî pîroz kir û hin rûresmên cejnê şîrove kir.
Ji aliyê xwe ve, Endama Rêveberiya Yekîtiya Êzdiyan Li Sûriyê “Leyla Ibrahîm” hêviya pêkanîna aştiyê li tevahî Sûriyê û vegera koçberan bo warên xwe anî ziman.
Cejna “Xidir Îlyas” ango “Bêxwîn” yek ji wan cejnan e, ku dîroka wê li gorî Êzdiyan vedigere zêdetirî 4000 sal berî zayînê, û heta roja îro jî di nîveka meha Sibatê de rêûresmên wê tên zindîkirin.