LI QAMIŞLO BERXWEDANA GELÊ HERÊMÊ BI ŞEVBUHÊRKEKE HELBESTÎ HAT VEGOTIN
Yekitiya Rewşenbîran a kantona cizrê bi armanca piştgiriya gel û şervanan şevbuhêrkek helbestan li bajarê Qamişlo li dar xist.
Yekitiya Rewşenbîran bi armanca balkişandina ser berxwedana gelê herêmê û dewlemendiya wêjeya Kurdî, li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke helbestî li dar xist.
Di şevbuhêrkê de hejmareke rewşenbîr, bi dehan xelkê bajêr û hezkeriyên wêjeyê beşdar bûn.
Helbestvan Mihemed Sîno, Anahîta Sîno, Şevreş Caro û Ebûd Mexso helbestên xwe xwendin.
Di helbestan de bal li ser berxwedana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet berxwedana li Bendava Tişrînê hat kişandin.