BERTEKÊN LI HEMBER KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN
Roja 15’ê Sibata 1999’an komployeke navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat hûnandin û li Kînyayê hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hate kirin.
ji wê demê ve û heta niha Rêber APO li Girava Îmraliyê di girtîgehê de ye û hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi huncetên cezayê dispilînê tên red kirin.
Endam û rêveberên partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê ya Qamişlo komploya navnetewyî ya li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin, dewletên koploger xwestin di şexsê Rêber Abdullah ocalan de doza gelê kurd tune bikin
Endam û rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê dan zanîn ku Rêber APO ji bo wan îradeyeke û kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Nanvîn di destê rêbertî de ye.
li pêşiya çavên Rêxistinên mirovî û hiqûqî dewleta tirk a faşîst 27 salin pergala êşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah ocalan girantir dike û bi hincetên cezayên dispilînî pêkanîna hevdîtinan qedexe dike