Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇAND Û ŞÛNWARAN DEST BI PAQIJÎ Û SERERASTKIRINA KELEHA CABER KIR

Desteya çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi pêngavekê dest bi paqijkirin û sererastkirina keleha Caber kir.
Pêngav bi hevkariya Meclîsa gel a kantona Reqa û Tebqayê ji bo sererastkirina cihên di kelehê de ziyan li wan hatiye, her wiha parastina şûnwarên arkeolojîk ên li herêmê ji xirabûnê, hat lidarxistin.
Endamên saziyên sivîl, saziyên rêveberiya xweser û endamên tevgerên çandî yên Tebqa û Reqayê beşdarî pêngavê bûn.
Di pêngavê de dîwarên kelehê ji nivîsên ku li ser hatine danîn tê paqijkirin.
Tê payîn ku pêngav demeke dirêj dewam bike û hemû endamên sazî û dezgehan beşdarî pêngavê bibin.