Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA BAJARÊ HESEKÊ DEST BI HEMLEYA PAQIJIYA BAJÊR KIR

MIHEMED EMÎN EBDO -HEVSEROKÊ MECLÎSA KELASÊ YA HESEKÊ

Meclîsa taxa kelasê ya bajarê Hesekê îro bi hevkariya şaredariya gel dest bi hemleya paqijkirina kolan û bajêr kir.
Bi armanca avakirina civakeke erkolojîk û parastina bajêr Meclîsê bi beşdariya hemû endamên saziyan dest bi hemleya paqijkirinê kir.
Li gorî Meclîsa taxa kelasê ew bi riya vê hemlê dixwazin civakê hişyar bikin û çanda parastina bajar û xwazayê ji qirêjiyê belav bikin.
Hemle di roja xwe ya yekem de taxa kelasê girt nava xwe û dê li tevahî taxên bajêr belav bike .