Kanala ROJAVA TV

PÊDIVIYÊN JIYANÎ LI KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ HATIN BELAVKIRIN

Rêveberiya Xweser alîkariyên ku hevpeymaniya Navneteweyî şandine, li koçberên ji Efrîn û Şehbayê belav kirin.
Koçberan ji Rojava TV re anîn ziman ku, pêdiviya wan bi kar û alîkariyan heye, da ku debara jiyana xwe bikin, ji ber ku alîkariyên tên kêm in.

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran û tîma karûbarên sivîlan a di hevpeymana Navneteweyî de alîkarî li koçberên Efrîn-Şehbayê yên li kantona Reqayê belav kirin.

Alîkariyên ku ji 580 paketên xwarinê pêk tên li hezar û 100 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê ku li 37 navendan bicihbûne hatine bicihkirin.

Endamê Meclîsa kantona Efrîn û Şehbayê Xelosî Beso diyar kir ku, wan alîkariyên ku Hêzên emerîkî ji koçberan re şandine belav kirin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê 1 kanûna 2024’an ji ber êrîşên hovane yên çeteyên dewleta Tirka dagirker ji Şehbayê koçber bûn û berê xwe dan herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.