BEŞDARÊN SEFERBERIYÊ PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA PERWERDEYÊ LI QAMIŞLO HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Endamên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê yên ku ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê çûbûn eniyên herî pêş, duh vegeriyan û li bajarê Qamişlo hatin pêşwazîkirin.
Endamên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jin û saziyên civakî di 5ˋê Sibatê de ragihandin ku wan bersiv da banga seferberiya giştî û tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.
Di wê çarçoveyê de, endamên dezgeh û aliyên navborî ji bo wergirtina perwerdeyên leşkerî û piştgiriya şervanan, berê xwe dan Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê.
Beşdarên banga seferberiyê çûn qadên şer jî û piştgiriya xwe ya ji bo şervanan piştrast kirin.
Duh jî piştî ku endaman erkên xwe birin serî, vegeriyan bajarê Qamişlo û di nava coşeke mezin de li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo hatin pêşwazîkirin.