Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ BI XEBAT Û SEKNA XWE PÊŞENGIYÊ JI QONAXÊN GIRING RE DIKIN

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, jinan di qada cengê de xwe bi çekan xemilandin, di meydana hunerê de bûn hunermend û di xebatên siyasî de jî bûn siyasetmedar û pêşengî ji rêveçûna şoreşê re kirin.

Niha jî jinên têkoşer bi berxwedana xwe ya dîrokî li Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê dîrokeke zêrîn dinivîsin.

Têkildarî mijarên xebatkaran jin ên Meclisa Malbatên şehîdan gotin, şoreşa Rojava bi serkêşiya jinan hate geşkirin.

Her wiha jinan diyar kirin ku, dewleta Tirk û hevalbendên wê çiqas êrîş bikin, dê ti carî nikaribin vîna jinên azadîxwaz têk bibin.

Di demekê de ku şer û alozî li her devera Sûriyê serwer dibû, jinên herêmê xwe di çarçoveya paradîgmaya neteweyî Demokratîk de perwerde kirin, artêşa xwe ava kirin û di aliyê ramyarî û îdeolojî de xwe xurt kirin.