LI REQAYÊ MAÇEKE FOOTBALLÊ JI BO JINAN HAT LIDARXISTIN
Ofîsa werzîşa jinan a girêdayî meclisa werzîşê ya kantona Reqayê maçeke fotbollê li dar xist.
Maça fotbollê li ser navê Şehîd Ronahî Yekta û di bin dirûşmeya ”Bi rihê berxwedana bendava şehîdan dê azadî bi ser bikeve, bi jin, jiyan, azadî dibe” li lîstikgeha El sedaqa ya kantona Reqayê hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, maça fotbolê ya di navbera tîmên Reqa û Kobanê yên jinan de dest pê kir.
Di maça di navbera her du tîman de, Tîma Kobanê bi ser ket.
Maç bi serkeftina tîma Kobanî ya bi 4 golan li ser tîma Reqayê bi dawî bû û lîstikvanên her du tîman bi xelatên curbicur ji aliyê meclisa werzîşê ya kantona Reqayê ve hatin xelatkirin.