Kanala ROJAVA TV

JI DAMEZIRÎNERÊN PYD’Ê OSMAN DADELÎ LI SER GORA XWE HAT BIBÎRANÎN

Ji damezirînerên PYD’ê Osman Dadelî ku sala 2008’an di encama êşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû, li ser gora xwe ya li gundê Dadelî yê Kobanê hate bîranîn.
Xelkê bajarê Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di bîranînê de hevserokê MeclisaTevgera Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Enwer Muslim axivî û nemir Osman bi bîr anî.
Enwer Muslim got: Em soz didin şehîdên xwe ku em ê layîqî keda wan bin. Em ê xeta wan heta azadiyê bişopînin.
Li ser navê malbata OsmanDadelî, Omer Silêman jî axivî û behsa têkoşîna bavê xwe kir.
18’ê Sibata 2008’an ji rêveber û damezirînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Osman Dadelî ji ber îşkenceya rejîma Baasê şehîd bû.