JI BO ŞEHÎD EGÎD ROJ Û ŞEHÎD LUEY EZÎZ KONÊ SERSXIYÊ HAT DANÎN
Ji bo rojnamevan Egîd Roj û şervanê QSD’ê Luey Ezîz, konê sersaxiyê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate vedan.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û saziyên wê herikîn bin konê sersaxiyê û merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.
Li bin kon, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Hesekê û Koordînasyona Kongra Star axaftin hatin kirin û tê de tekezî li ser rola rojanamevan û şervanan di parastina welatan de hate kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ” Şehîd namirin” bi dawî bû.