Kanala ROJAVA TV

YRA Û YRJ HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIRIN

Yekitiya Ragihandina Azad, Yekitiya Ragihandina Jin û Komeleya Mafên Mirovan a kantona Cizîrê êrîşên li dijî rojnamevanan bi daxuyniyekê şermezar kirin.
Di daxuyniyê de hate gotin, di van demên dawî de dewleta Tirk bi zanebûn êrişî rojnamevanan dike û di encamê de rojnamevan Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan li bendava Tişrînê şehîd bûn.
YRA û YRJ diyar kirin, rojnamevan ji bo ku rastiyan ragihînin çûn wê herêmê, lêbelê bi polîtîkayên qirêj xwestin rojnamevanan bêdeng bikin.
Her wiha nameyek ji Komîseriya Neteweyên Yekbûyî re jî hat şandin.
Di nameyê de bang li dozgerê giştî yê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî hate kirin ku li gorî Lihevkirina Romayê û sîstema exlaqî ya dadgehê erkê xwe bi cih bîne.