BERDEVKÊ ENKS’Ê: EM HÊVÎ DIKIN DI DEMEKE NÊZÎK DE PIRSGIRÊK JI HOLÊ RABIN
FEYSEL YÛSIF- BERDEVKÊ ENKS'Ê
Berdevkê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS’ê Feysel Yûsif di derbarê hewldanên yekrêziya navmala Kurdî û avakirina şandeyeke hevbeş de ji Rojava TV re axivî.
Feysel Yûsif got, wan nêrînên xwe dane aliyên navbeynkar û ew hêvî dikin ku di demeke nêzîk de temamê pirsgirêk û arîşe ji holê bên rakirin.
Her wiha Yûsif aşkere kir ku, danûstaninên di navbera wan û PYNK’ê de erênî ne û dê di rojên pêş de bi gotina wî xalên pêşketîtir çêbibin.