Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA ŞEHÎD KEREM ŞEHAB BI BÎR ANÎ

Kombûna jinan a Zenûbiya şehîd Kerem Şehab di 40 rojiya şehadeta wê de bi merasîmekê bi bîr anî.
Bi sedan nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û hevserokên desteyên herêmê û partiyên siyasî beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Merasîma bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna canoriyên azadiyê dest pê kir.
Piştre li ser navê meclisa kombûna jinên zenûbya, encumena cîbicîkar, desteya jin, meclisa gelan û meclisa malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de tevahî cangoriyê azadiyê hatin bibîranîn û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmê hatin şermezarkirin.
Piştre sinivizyonek li ser jiyana şehîd Kerem hate pêşandan û mûm hatin vêxistin.