Kanala ROJAVA TV

CENAZEYÊ ŞEHÎD EGÎD ROJ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATE OXIRKIRIN

Bi sedan xebatkarên çapemeniya azad û welatiyên herêmê, cenazeyê rojnamevan Egîd Roj oxir kirin û şervanê Komandos Lûay El Ezîz bi bîr anîn.
Girseya gel cenazeyên Şehîd Egîd ji morga şehîdan ya bajarê Hesekê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê merasîmeke girseyî bi beşdariya xebatkarên çapemeniyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Leşkerî û Partiyên siyasî hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û piştre li ser navên çapemeniya azad, meclisa malbatên şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.
Axêveran gotin, Şehîd Egîd Roj di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe da û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê kirin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hate kirin û cenazeyê şehîd Egîd Roj di bin dirûşmeyên şehîd namirin de, hate oxirkirin.