BERTEKÊN LI HEMBER HEDEFGIRTINA ROJNAMEVAN EGÎD ROJ ZÊDE DIBIN
rojnamevanên herêmê hedefgirtina rojnamevan Egîd Roj şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk rojnamevanên ku rastiyê radxin ber çavan, hedef digire.
her wiha tekez kirin ku şehîd Egîd Roj di hemû qadan de li pêş bû .
Tevî ku hedefgirtina rojnamevan, sivîl û tîmên tenduristiyê û li gorî pîvanên navnetewî de di lîsteya sûcên şer de ye , Lê dewleta tirk a dagirker raserast rojnamevanên çapemeniya Azad hedef digire .
Roja 15’ê sibatê Rojnamevan Egîd Roj dema ku bi kamereya xwe dîmenên gel li bendava tişrînê dikêşe, rastî êrîşa dewleta Tirk tê.
Bombeyên dagirkeran Egîdê Serdemê, Egîdê ku dayî ser şopa Egîdê mezin hedef digrin û wî şehîd dixin.
Hedefgirtina Rojnamevan Egîd Roj rastî bertekên tund tên .
Nûçegihanan Ajansa Jin News’ê Mîdya miqdad got ku dewleta Tirk rojnamevanên ku rastiyê radxin ber çavan, hedef digire .
Her wiha Endama JIN TV Berfin Eloş jî tekez kir ku şehîd Egîd Roj di hemû qadan de li pêş bû .
Ev êrîşên li ser çapemeniyê ,Bêguman lehengên weke Egîd Roj di ragihandina vê berxwedanê a ji bo raya giştî xwedî kedekî mezin bû .
Îro roj li Kurdistanê navê Egîd bi tîpên zêrîn bilind dibe û di dilê hemû hevrêyên wî de lê dide.