Kanala ROJAVA TV

REVENDA KURDÎ YA LI LUBNANÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN

Revenda Kurdî ya li Lubnanê bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê, çalakiyeke girseyî li dar xistin.

Çalakî li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê hate lidarxisstin û bi sedan Kurd û dostên wan tê de amade bûn.

Çalakgeran alayên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe berz kirin.

Di çalakiyê de çend axaftin hatin kirin û hate gotin, armanca hêzên komploger ew bû ku di kesayeta Rêber APO de, vîna gelên Rojhilata Navîn ji holê rakin.

Her wiha tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.